Çand_û_Hûner
Hunermenda kurd Hozan Canê li Tirkiyê hat binçavkirin
PeyamaKurd - Hozan Canê ku bi armanca beşdarî çalakiyên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe çûbû bajarê Edirneyê yê Tirkiyê hat binçavkirin.
Hozan Canê ku di heman demê hevwelatiya Almanyayê ye, ji bo beşdarî çalakiyên HDPê bibe çûbû Edirneyê, di dema vegerê de li qezaya Enezê hat binçavkirin.
Li gor medya Tirkiyê, Canê dema ji qezayê vedigere ji aliyê polîsan ve otomobîla wê tê rawestandin û bi hinceta parvekirinên wê yên ser medya civakî hat binçavkirin.
Hat zanîn ku Hozan Canê bo Rêveberiya Asayîşê ya Edîrneyê hatiye veguhestin.