TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Hunermenda Kurd Yelda Ebasî li Stenbolê hat binçavkirin

Admin S
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2018 14:46

PeyamaKurd - Hunermenda Kurd a ji Xorasanê li balafirgeha Stenbolê ji aliyê polîsên tirk ve hat binçavkirin.

Yelda Ebasî ji bo beşdariya bernameya 27emîn salvegera damezirandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya 9ê Kanûnê (Bostanci Gosteri Merkezi) bike şevê din hat Tirkiyê, lê li balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin.

Haz zanîn, dayika Yelda Ebasî jî ligel wê bûye, lê derbarê sedema binçavkirina hunermenda Kurd de ti zanyariyek hîn nehatiye bidestxistin.

Parve bike: