Hunermenda navdar strana xwe ya nû dîyarî Kurd û Kurdistanê kir
Hunermenda naskirî ya Birîtiya Erebî ya Yekbûyî (BAE) Ahlam Al Shamsi, strana xwe ya nû ku dîyarî Herêma Kurdistanê û gelê Kurd kiriye, belav kir.
PeyamaKurd - Ev berhema ku sirûşt, dîroka kevnar û kultura hevbexşiya Kurdistanê distirê, di nava raya giştî ya Erebî û Kurdî de bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin.
Ahlamê di peyama xwe ya li ser rûpela xwe ya Instagramê de destnîşan kir ku ji bo wê şanaziyeke mezin e ku ji bo "welatê bedewiyê û gelê resen ê Kurdistanê" kilam gotine.
Ev berhema nû ya ku awazên Kendavê û motîfên kulturî yên Kurdî digehîne hev, li ser bingeha mêvanperwerî, mêrxasî û helwesta aştiyaney a gelê Kurd hatiye honandin.
Hunermendê bal kişand ser ku mebesta hunerê nêzîkkirina gelan û avakirina pirên hezkirinê ye. Stran di demeke kurt de li Herêma Kurdistanê, Îraqê û welatên Kendavê di torên civakî de kete rojevê û ji aliyê guhdar û derdorên hunerî ve gelek hat hezkirin.