Jîyana pêsmergeyê navdar dibe roman???????
PeyamaKurd - Birayê General Dr. Silêman, nivîskar Mehmed Selîm Çurukkaya eşkere kir ew jiyannameya General Dr. Silêman weke romanekê dinivîse.
Birayê General Dr. Silêman niviskar Mehmed Selîm Çurukkaya aşkere kir ku ew aniha jiyannameya birayê xwe Dr. Said Çurukkaya (Dr. Silêman) weke roman dinivîse. Wî heta aniha 800 rûpel nivîsiye û wê jiyannameya Dr. Silêman weke 2 cild di demeke nêzîk de çap bibe.
Niviskar Çurukkayayî da zanîn ku bo nivîsandina vê kitêbê wî gelek lêkolîn kirine wê kitêb weke dokumentariyeke malbata wan jî be. Lewre ji serhildana Şêx Seîdê Pîran û ver de malbata wî beşdarî di tevgera azadîxwaz a Kurdistanê de kiriye û Dr. Silêman jî her li ser wê rêbaza malbatê bûye û canê xwe bo serxwebûna Kurdistanê feda kiriye.
Derbarê Dr. Silêman de?
Dr. Silêman, bi navê xwe yê fermî Seîd Çurukkaya ye û xelkê bajarê Çewlîkê ya bakurê Kurdistanê û niştecîhê Almanya bû. Lê piştî êrîşa DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê, ji Almanyayê hatibû Herêma Kurdistanê û wek Pêşmergeyekî xwebexş beşdarî şerê DAIŞê bibû. Di demeke kurt de ligel gelek Pêşmergeyên xwebexş Fermandariyê Pêşmergeyên Agirî damezirand û fermandariya wê hêzê kir.
Dr. Silêman 26 Cotmeha 2016an li gundê Tîsxiraba Mezin ê li nêzîkî nahiya Başîkê ya Mûsilê, bombe pê de teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bibû Dr. Silêmanê ku, 30ê Cotmeha 2016an şehîd bû taybet 7 mijdara 2016an bi merasîmeke li gundê Çilkaniyê yê Çewlîgê hatibû definkirin. Bi hezaran Kurdistanî beşdarî merasîma definkirina Dr. Silêman bibûn. Serok Mesûd Barzanî payeya ‘general’iyê dabû Dr. Silêman