TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Kaniya Yado Pasa bûye rawestgeha xelkê rêwî

Admin M
Nivîskar
📅 30 tebax 2019 04:37

PeyamaKurd- Li ser rêya bajarê Bîngolê (Çewlig) û Xarpêtê (Elazix) kaniyeka ku ava wê gelek sare heye û navê kaniyê “Kaniya Yado” ye. Yado Paşa (Yadîn) yek ji fermandarên tevgera Azadiyê an ku ya Şêx Seîdê ku li aliyê Çewlig û Dêrsimê fermandariya tevgerê dikir. Yado Paşa ji Kurmancên jorîn an ku Zaza (dimilî) ye.

Yado fermandarekî tund û bermayiyê herî dawiyê yê tevgera 1925an û ya Agiriyê ye. Demekî diçe Sûriyê û li wê derê bi Mîr Celadet Bedirxan re dimîne û car din dadigere Kurdistanê û têkoşîna xwe dewam dike. Kengê û li ku derê jiyana xwe ji dest daye nayê zanîn. Lê ji wêneyên wî tê fêmkirin ku dawiyê bi Xoybûnê re gelek çalak xebitiye.

Lê tişta ku li ber çav heye, kaniya bi navê wî heye. Wisa xuya dike ku Yado Paşa li wê derê gelek cara maye û navê wî li wê kaniyê hatiye danîn. Kaniyeka ava wê sar, xweş û bi şîfa ye. Li cem kaniya Yado xwaringeh, çayxane û mizgeft heye. Xelk li wê derê her radiweste û car din dikeve ser reya xwe û diçe.

Rawestandina li ser Kaniya Yado, dinava xelkê de bûye weka çandekî û ji berê de dewam dike.Her çendîn berê rêya erebeyan pênediket jî niha rojê bi sedan an bi hezaran erebe li wê derê radiwestin.

Parve bike: