Kitêba Arif Zêrevan a “Kurd – miletê jixwemezintir” derket
PeyamaKurd – Kitêba nivîskar û rojnamevan Arif Zêrevan a bi navê ‘Kurd – miletê jixwemezintir’ ji nav weşanên Weşanxeneya Hîvda derket.
Di pêşgotina kitêbê de hatiye nivîsîn: “Heger hinek kesên nekurd ji min bipirsin “kurd kî ne”, ez dê bibêjim: “Kurd miletek in ko eve dused sal in osmanî û sefewî, paşê jî Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye bi piştgiriya Ewropayê û Rûsyayê dixwazin nesla wan ji ser rûyê erdê rakin lê belê bi ser neketin. Kurd miletekê qayîm e, xweragir e, serhildêr e, xudanesl û binyad e. Kurd di nêv agirê cehennema çar dewletan de; bi çiyayên xwe, bi zimanê xwe, bi pêşmergeyên xwe, bi alaya xwe û bi agirê newrozê serê xwe hildidin û têknaçin. Kurd miletekê jixwemezintir e.”
Rojnamevan û nivîskar Mihemed Sanri kitêba Arif Zêrvan a “Kurd – miletê jixwemezintir” nirxandiye û gotiye, “Ev kitêb behsa çîroka siyasî, civakî û kulturî ya 20 salên dawiyê ya miletê kurd dike. Kurdistan dagirkirî be jî kurd hêdî ne miletekê bi gotina klasîk “bindest” in. Kurd di meydana siyasî û stratejîk ya cîhanê de hêdî aktor û xudangotin in. Gotina kurdan gelek caran ji gotina dewletan qedirbilindtir e.”