Çand_û_Hûner
Komeke gencên Duhokî pirtûkên biyanî werdigerînin Kurdî
PeyamaKurd - Li Duhokê komake gencan ya bi navê Bender dest bi wergerandina pirtûkan kir.
Endamên Benderê heta niha 5 pirtûk amade kirine ku ji wan çar ji erebî û yek jî ji îngîlîzî hatine wergerandin.
Endamên komê pênc pirtûkên wergerandî îmza kirin û ji Pirtûkxaneya Bedirxanîyan ya li Duhokê diyarî kirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha li Duhokê ti weşanxane û saziyên wergerandinê tune bûn loma valahiyeke mezin di warê jêderên Kurmancî de hebû.