Komxebata bi desteka TÜBİTAKê ya 5em ya fistiqan li bajarê Sêrtê hat kirin
PeyamaKurd – Komxebata bi desteka TÜBİTAKê (Dezga Tirkiyê ya Lêkolîna bi zanistî) ya 5em ya fistiqan li bajarê Sêrtê bi hevkariya zankoyên herêmê hat kirin.
Di komxebatê de akademisyen, endazyarên çandiniyê, nûnerên seha fistiqan, hilberînerên fistiqan behsa pirsgirêkên hilberîn û bazara fistiqan kirin û çareseriyan pêşniyar kirin.
Malxweyiya komxebatê fakulta çandiniyê ya zankoya Sêrtê dikir û ji zankoyên dinan ya Harranê, Dîlokê, Maraşê ya bi navê Sütçü İmam, Karamanoğlu Mehmetbey û zankoya Şirnexê hebûn.
Di komxebatê de her weha desteka rêvebiriya çandiniyê û daristanê ya Sêrtê û Enstituya lêkolîna Fistiqên Entabê hebûn. Di komxebatê de mijarên wekî “teknîka çandiniyê”, “xwedîkirina daran û gubrekirina wan”, “teknîka avdaniyê”, “nexweşîn û yên zerarê didin” û “bazarkirin û markabûn” hebûn.
Di encamê de di sehayê de temamê pêwendîdaran li baxçên fistiqan geriyan, lêkolînan kirin û komxebata xwe bi dawî kirin.