Kovara Zrîngê dest bi wesanê kir!
PeyamaKurd- Kovara kurdî "Zrîng" ku edîtoriya wê Karîkaturîst Dogan Guzel dike, îro derket.
Kovara kurdî "Zrîng" ku pevxistin, vegotin û rengê xwe yê dîtbarî afirand û bi xêzê çîrokan vebêje, dest bi weşana xwe kir. Kovara ku edîtoriya wê Karîkaturîst Dogan Guzel dike, ji 32 rûpelan pêk tê û ji mehê carekê bê weşandin.
Ji şopdarên Zrîng re merheba!
Kovara me Zrîng dê sibe li Fuara Pirtûkan a TUYAP'ê be. Em dixwazin hûn li Zrîngê xwedî derkevin. Ji bo eleqeya we em gelekî spas dikin. #ZRİNG pic.twitter.com/lCIbAAF7RH
KOVAR LI VAN BAJARAN DÊ BÊ BELAVKIRIN
Kovara ku îro derket dê li Fûara Pirtûkan a Amedê ji standin weşanxane, komel û weqfên mîna Aryen, Pirtûka Kurdî, Ar, Ava, MED-DER û Weqfa Mezopotamyayê bê peydakirin.
Her wiha dê li bajarên mîna Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Agirî, Dersim, Çewlik, Şirnex, Riha, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mersînê bê belavkirin.