TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Kurdên Xorasanê pêsbirka ‘Milwarî’ ya edebî li dar dixin

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2019 22:07

PeyamaKurd - Kurdên Xorasanê bi navê ‘Milwarî’ pêşbirkeke wêjeyê li dar dixin ku tê çaverêkirin ji hemû beşên Kurdistanê Kurd serî li vê pêşbirkê bidin. 

Pêşbirk navê xwe ji hezkiriya helbestvanê navdar ê kurdên Xorasanê Cafer Qulî Zengellî digire ku navê hezkiriya wî Milwarî bûye.

Mijara pêşbirkê wiha hatiye ravekirin: "Keçik û jinên kurd yên xorasnî û hest, hêvî, evîn, xem û qehremanîyên wan di çarsed salên dawî de." 

Helbestvan û nivîskar berhemên xwe heta 5ê Adara 2020an dikarin bi vê maîlê (milwari2020@gmail.com) ji bo pêşbirkê bişînin.

Di pêşbirkê de, wê koma jûrîyê li gor krîter û pîvanên destnîşankirî ji nava nivîs û helbestan hilbijêrin.

Wê pêşbirk ji çar babetan pêk bê; helbesta azad, helbesta klasîk ya dirêj, helbesta klasîk ya kurt û kurteçîrokê. 

Zimanê berheman divê kurdîya kurmancî (devoka standard) be û her wisa xeta û şaşiyên di rastnivîsîyê de, kêmasîyên rêzimanî û kêmasîyên standardên edebî, tên berçavgirtin û li ser biryara jûrîyê bibandor in.  

Ji bo pêşbirkê wekî xelata yekemîniyê jî milyonek tomen hatîye terxankirin. 

Parve bike: