TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Batman/Sasonê karê mehserê ya ser reza destpêkir

Admin M
Nivîskar
📅 14 îlon 2024 21:50

PeyamaKurd – Li seranserê Kurdistanê dest bi çûna ser reza hat kirin. Tirî gihîştin û piştî çinîna tirî dest bi givaştina tirî kirin û wê ji tirî dims, bastêq, benî û kesme bi dest bixin. Dims hem xwarin û hem vexwarina zivistanêye.

Li bajarê Batmanê li navça Sasonê jî dest bi çinîna tirî kirin û dê jê berhemên li jorê navên wan borî bidest bixin. Piştî çinîna tirî 2 roj tirî didin rawestandin û şîra ji tirî derdixin 24 seet dikelinin û dimsê jê çêdikin.

Dimsa ku dikelînin, ji bo jê benî, şaran an meşlûran çêbikin, jê pilorê çêdikin û benê ku kakilê gûza, bi’îv an bindeqan pê vekirine, dikin benî û zivistanê datînin ser sifra malê.

Lê li aliyê Sason û Hezo taynetmendiyekî tirî heye ku tiriyê wan deveran reşe û gelek şîrîne. Lewra di bazarê de dikarin kiloya dimsê ji 200 heya 300 lîreyî bifroşin.

Parve bike: