TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Cizîrê %75ê wê bi hibbe, şitlên sebzeyan dan cotyaran

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2026 16:21

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê ji bo hilberîna çandiniyê zêde bikin û barê cotiyaran sivik bikin, fîdeyên an ku şitlên sebzeyan bi desteka %75 hîbbe li cotiyaran belav kirin.

Proje, ji aliyê rêvebiriya çandiniyê û daristanê ya Cizîrê ve bi rêve diçe û cotiyarên ku berê ji fîdeyan seredana rêvebiriyê kiribûn fîdeyên wan dane wan.

Teslîmkirina şitlan li baxçê rêvebiriya çandiniyê hat kirin û cotiyar jî razîbûna xwe diyar kirin. Rêvebirî di daxwuyaniya xwe de got:

“Ji bo em barê cotiyarên xwe sivik bikin, destekê bidin hilberîna çandiniyê û bereketa wan zêde bikin, bila van şitlan ji bo cotiyarên me bi xêr bin.”

Yek ji maliyeta cotyarên ku bi çandiniya sebzeyan meşxûl dibin, şitlên sebzeyane. Şitil gelek bihane û rêvebiriya çandiniyê li gelek deveran destekê didin cotiyaran.

Parve bike: