TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Diyarbekirê Komxebata Tora Ziman birêve diçe

Admin H
Nivîskar
📅 12 rêbendan 2020 18:35

PeyamaKurd – Yekemîn Komxebata Tora Ziman û Çandan ku di çarçoveya xebatên Platforma Zimanê Kurdî de tê lidarxistin, îro Yekşemê di roja xwe ya duyemîn de li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê berdewam dike.

Komxebat bi armanca diyarkirina nexşerêyekê civiyaye ku tê çaverêkirin piştî encamdana civînan raporek were amadekirin û pêşkeşkirin.

Hat ragihandin, wê nexşerêya torê û rêziknameya wê, di dawiya komxebatê de weke rapor bê xwendin. 

Bi qasî 300 nivîskar, akademîsyen, perwerdekar, weşanger, karsaz, saziyên sivîl û çandî beşdariya komxebatê dikin.

Parve bike: