TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Gêlê konsereke "Dengên Paserojê Konserên Amîda" hat lidarxistin

Admin L
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2020 16:30

PeyamaKurd – Li bajarê antîk ya Gêlê, di çarçoveya konserên "Dengên Paşerojê Konserên Amîda" ên ji aliyê Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê tên lidarxistin, konserek pêk hat.

Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê (DTSO) dest bi konserên bi navê "Dengên Paşerojê Konserên Amîda" kir û van konseran jî li cihên dîrokî li dar dixe. Di vê çarçoveyê de konsera yekem li Keleha Zêrzevan, dû re li Şikeftên Hesûna û niha jî li bajarê antîk ya Gêlê li dar xist.

Konser êvara 18ê mehê li ser hesabên tora civakî ya DTSOyê hat weşandin.

Di vê konserê de stranên Meyrem Xan, Mihemed Arifê Cizîrî û Seîd Yûsiv bi kurmancî, kirmanckî û soranî hatin pêşkêşkirin. Endamên  Ma Muzîk û koma Lawje stran pêşkêş kirin.

<>
Parve bike: