Çand_û_Hûner
Li Hewlêrê pêsangeha xwendin û tekonoljiyê hat vekirin
PeyamaKurd - Bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêra paytext Pêşangeha Rojhilata Navîn Bo Xwendin û Teknolojiyê hat vekirin.
Pêşangeh duh Pêncşemê 5ê Îlonê hat vekirin û dê heta 8ê Îlonê berdewam be. Rojane ji demjimêr 09:00ê sibehî ve pêşangeh dest pê dike û heya demjimêr 17:00an vekirî dimîne.
Zêdetir ji 25 zanîngeh û peymangehên navxweyî û derve di pêşangeha vê care de beşdar bûne.
Di pêşangehê de destkevtên zanistanî û herwiha metodên fêrkirinê yên zanîngehan, têne nîşandan.