Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 37 hezar xwendekaran dersên Kurdî hilbijart
PeyamaKurd - Di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxwaza ji bo dersa "Ziman û Zaravayên Zindî" li gorî salên berê zêde bû.
Li gorî amarên sendîkaya Memur-Senê û Lêkolînên Rawestê, bi giştî 37 hezar û 406 xwendekaran dersên zimanên herêmî hilbijartine; ji van 30 hezar û 441 xwendekaran Kurmancî (ji sedî 81,4) û 4 hezar û 488an jî Kirmanckî/Zazakî (ji sedî 12) hilbijartine.
Bajarê Diyarbekirê bi 7 hezar û 421 xwendekaran di rêza yekem de cih girt, piştî wê Mêrdîn û Batman hatin ku ev sê bajar bihevre nêzîkî ji sedî 60ê hemû serlêdanan pêk anîn.
Li gorî amaran navenda sereke ya Kirmanckiyê bajarê Çewlîgê ye.
Rewşa tayînkirina mamosteyan
Rêjeya xwendekarên keç û kur di vê pêvajoyê de gelekî nêzîkî hev derketiye. Ji sedî 48,7ê daxwazkaran keç û ji sedî 51,3yê wan kur bûn. Ev serkeftina nû rêjeya sala 2020an bi qasî ji sedî 295 û rekora berê ya sala 2015an jî bi qasî ji sedî 60 li pey xwe hiştiye.
Ji bo bersivdana vê daxwaza mezin, tayînkirina mamosteyên Kurdî herî zêde li navçeyên bajarên Bakurê Kurdistanê hat encamdan ji bo rê li ber kêmbûna kadroyan û aloziyên di perwerdeyê de bê girtin. Lê belê li bajarên rojavayî ji xeynî navendên mîna Stenbol û Antalyayê xebatên tayînkirinê pir sînordar man.