Çand_û_Hûner
Mihrîcana Mûnzûrê ji ber koronayê hat betalkirin
PeyamaKurd - Şaredariya Dersimê û Federasyona Komeleyên Dersimê ragihandin ku bi sedema metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê îsal Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê nayê lidarxistin.
Şaredariya Dersimê û Federasyona Komeleyên Dersimê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ku her sal dihat lidarxistin, îsal ji ber vîrûsa koronayê nayê lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, mîhrîcan neyê lidarxistin jî dê li dijî projeyên têkbirina xwezayê li qadan dengê xwe bilind bikin.