Newroz li ser Pira Malabadê bi çira û alên Kurdistanê hate pêşwazîkirin
PeyamaKurd - Li ser Pira Malabadê ya dîrokî ya navçeya Farqînê ya Amedê, cara yekem Newroz bi meşeke bi heybet û bi hilgirtina alên Kurdistanê hate pêşwazîkirin. Pira Malabadê ya ku ji aliyê Dewleta Merwaniyan ve hatiye avakirin, îşev 18ê Adarê bû şahidê pîrozbahiyeke bêhempa ya Newrozê.
Bi pêşengiya ciwanên Tevgera Vejînê ya Kurdistanê, bi sedan welatî li hev civiyan û ber bi pira dîrokî ve meşiyan. Li Bakurê Kurdistanê li ser vê pira dîrokî Newroz bi meşaleyan û bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin.
Ciwanên ku çirayên xwe pêxistibûn û alên Kurdistanê li ba dikirin, dîmenên rengîn û Kurdewarî derxistin holê. Beşdarên ku bi coşeke mezin meşiyan, atmosfereke wisa afirandin ku Newroza navçeya Akrê ya Başûrê Kurdistanê anî bîra her kesî.
Çalakiya pêşwazîkirina Newrozê bi pêxistina agir, govend, stranan û diruşmên ‘Bijî Kurdistan, Kurdistanê Vejînê, Bijî Newroz’ berdewam kir.
Hêjayî gotinê ye ku sala borî jî ciwanan li navçeya Bazîdê, ber bi Medreseya Sor ve bi heman rengî û bi meşaleyan Newroz pîroz kiribûn. Çalakîya îsal a li ser Pira Malabadê bû cara duyem ku li cihekî dîrokî yê Kurdistanê bi vê şêwazê pêşwazî li Cejna Newrozê tê kirin.