TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Nivîskar û rewsenbîrên Kurd li Hewlêrê civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2019 22:00

PeyamaKurd – Di çarçoveya Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî de ku ji aliyê Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin, ji hemû beşên Kurdistanê û dîyasporeyê helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd hatin ba hev.

Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî ku 19ê Kanûna 2019an li Hola Rewşenbîrî ya Hewlêrê, bi beşdariya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hat lidarxistin, 3 rojan dom kir.

Li konferansê nivîskar û rewşenbîrên kurd gotarên xwe pêşkeş kirin û merasîmê xelatdayînê ji bo wan hatin sazkirin.

Konferans şevê din bi bernameyeke taybet a helbest xwendinê bidawî bû.

Parve bike: