TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Parêzgariya Kocaeliyê, Fullfest betal kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 30 gulan 2022 20:07

PeyamaKurd-Fullfesta ku plansasiya wê li bajarê Tirkiyeyê yê Kocaeliyê hatibû kirin, ji aliyê parêzgariya bajêr ve hat betalkirin. Li festîvala ku dê 3 rojan dewam bikira, hunermendên navdar ên Tirkiyeyê, amadekariyên konsertan kiribûn.

Li Plaja Seyrekê ya li navçeya Kandirayê ya Kocaeliyê, hatibû plankirin ku di navbera 10 û 12ê Hezîranê de Fullfest were lidarxistin. Lê belê ev festîval ji aliyê Parêzgariya Kocaeliyê ve hat betalkirin. Sedemê betalkirinê jî wisa hat eşkerekirin ku ji ber festîval li qada daristanê ye, xetereya derketina êgir heye.

Ji bo Fullfest a ku hat betalkirin, dê hunermendên wekî Melek Mosso, Sagopa Kajmer, Uzi, Ozbi, Emir Can İgrek û Can Ozan derketina ser dikê.

Parve bike: