TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Parlamenterê Kurd bi madelyeya zêrîn hat xelatkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2023 00:03

PeyamaKurd – Parlamenterê Kurd li herêma Krasnedar a Rûsyayê Zorîkê Rostem Sadoyan, bi xelata madelyeya zêrîn û rûmetê hat xelatkirin.

Xelata Sadoyan, ji aliyê Parêzgarê Krasnedarê Venamin Kondratyv ve bi merasîmekê hat dayîn.

Parêzgarê Krasnodarê dema pêşkeşkirina xelatê got ku Zorîkê Rostem di xebatên parlamentoyê de û çareserkirina pirsgirêkên paytexta herêmê Kubanê de, gelekî bûye alîkar.

Zorîkê Rostem ji bo xelatê spasiya Veniamin Kondratyev kir û got ku dê ev xelat wî teşwîqî serkeftinên zêdetir bike. Sadoyan sala 1972yan li gundê Hako di nav malbateke Kurd de hatiye dinê û 10 sal in parlementeriyê dike.

Li herêma Krasnedar, zêdetirî 22 hezar Kurd dijîn ku li Rûsyayê bi serjimariya 1,1 milyon kesan herêma 8emîn a herî qelebalix a Rûsyayê ye.

Parve bike: