Peykerê Firewn bi 6 milyon dolaran hat firotin, Misrê bertek nîsan da!
PeyamaKurd – Peykerê Firewnê Misrê Tutankhamun li Mezatxaneya Londonê ya Christie’sê bi bihê nêzîkî 6 milyon dolaran hat firotin.
Dewleta Misrê dibêje, ew peykerê Firewn ji welatê wan hatiye dizîn, lê dîsa jî derket mezatê û hat firotin.
Li gorî nûçeya Live Science peykerê Firewn Tutankhamun tevî hemû bertekên Misirê yên dozvekirina dadgehê jî 4ê Tîrmehê li Mezatxaneya London a Christie’s derketiye mezatê û bi bihayê 5.971.285 dolaran hatiye firotin.
Navê kesê ku ew peyker kiriye jî nehat eşkerekirin ku Berdevkê mezatxaneya Londonê li ser mijarê gotiye, “Kiryarê peykerê Firewn nexwestiye navê wî/ê bê eşkerekirin.”
Arkeologê navdar ê Misirê Zahî Hawass li ser firotina peyker bertek nîşan da û wekî deqeke reş a ser dîroka arkeolojiyê nirxand.
Hawas got, “Ti delîleke nîne ku ew peyker bi rêyên yasayî derketiye derveyî Misrê.”
Wezareta Berhemên Dîrokî ya Misirê dibêje, peykerê Qral Tutankhamun sala 1970 piştî ruxandina Perestgeha Karnakê hatiye dizîn, lê belê Mezatxaneya Chirstie’sê vê red dike.