TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Peykerê Hz. Îsa yê ji zêr hat girtin

Admin M
Nivîskar
📅 23 mijdar 2019 21:30

PeyamaKurd- Li Tirkiyê, li bajarê Kayseriyê kesên ku karê qaçax yên defîna dikin, peykerekî Hz. Îsa û pê re gelek berhemên kevin dîtin. Li ser xebata alaya cendirmeyên bajêr ku agahiyan bi dest xistibûn operasyon kirin û di encamê de 4 kes hatin girtin.

Peykerê Hz. Îsa ji zêrê saf e û bihayê peyker nayê zanîn. Bi peyker re sikkeyên dewra Romayê yên ji zêr û zîv û peykerê dergûşê (landik) ketin dest. Muzexaneya bajêr dest danî ser berheman û li gor tesbîta wan hemû berhem yên dîrokîne.

Parve bike: