PZK pistî hilbijartinên herêmî dikeve tevgerê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku bi beşdariya 9 partî û rêxistinên Kurd li Amedê hatiye damezirandin, piştî hilbijartinê herêmî yên 31ê Adara 2019an bikeve tevgerê û xebatên ji bo ziman çalak bike.
Li gor zanyariyên PZKê dê piştî hilbijartinên herêmî ku tê çaverêkirin gelek şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji nû ve bikevin destê şaredarên Kurd û xebatên ji bo zimanê Kurdî jî bi hevkariya şaredariyan werin xurtkirin.
Platforma Zimanê Kurdî (PZK) dixwaze bi piştgiriya şaredariyên Bakurê Kurdistanê bibe saziyeke fermî û navendên xebatê veke.
Li gor agahiyan dê PZK miduriyetên zimanê Kurdî veke û xebatên bo vekirina dibistanê bi Kurdî perwerdeyê didin jî bide destpêkirin ku niha ji bo wê li ser çarçoveya hiqûqî dixebite.