TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Qeymeqamiya Cizîrê lîstika bi navê "Mem û Zîn” betal kir

Admin L
Nivîskar
📅 07 adar 2022 15:59

PeyamaKurd Qeymeqamiya Cizîrê, lîstika Şermola Performansê ya bi navê "Mem û Zîn” betal kir.

Li gor Şermola Performansê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, lîstîka wan ya bi navê "Mem û Zîn” ku wê 12ê Adarê li Cizîrê bihata lîstin, bêyî sedemek bê nîşandan, ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve hat qedexekirin.

Şermola Performansê da zanîn: “Lîstika me ya Mem û Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin. Lîstika Mem û Zîn 12ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û dawetiye hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya civakî hatibûn parvekirin û 4ê Adarê jî kirêya salonê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin. Lê piştî du rojan (06.03.2022) Qeymeqamiya Cizîrê bi rêya telefonê em agahdar kirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin.”

Parve bike: