TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdî tê çapkirin

📅 16 gulan 2019 12:44

PeyamaKurd - Berhema Mela Mehmûdê Bazîdî ya, Rîsaleyî Tûhetu’l-Xîlan Fi Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin.

Weqfa Mezopotamyayê ragihandiye ku berhema Mela Mehmûdê Bazîdî ya, Rîsaleyî Tûhfetu’l-Xîlan Fi Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da) ku ji beşên rêziman, ferhengok û dîyalogan pêk tê û yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jaba da cih girtîye wê çap bikin.

— Weqfa Mezopotamyayê (@wmezopotamyaye) 15 Mayıs 2019

Di vê pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene.

Nirxandin, latînîzekirin û sadekirina vê berhemê jî akademîsyen Mîkaîl Bilbil û Mustafa Ozturk kirine.


Ji bo standardîzekirina kurmancî gaveke girîng: Rêbera Rastnivîsînê

Parve bike: