TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Rojnameya ‘Xwebûn’ li Diyarbekirê dest bi wesanê kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2019 18:11

PeyamaKurd – Piştî girtina Rojnameya Welat ji li sala 2016an bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) ji aliyê deshilatdariya Tirkiyê ve, rojnameyeke hefteyî bi navê ‘Xwebûn’ li Diyarbekirê dest bi weşanê kir.

Heftenameya Xwebûn ku li bakurê Kurdistanê bi zimanê Kurmanciya tîpên latînî û Kirmanckî weşanê dike, dê hefteyê rojekê derbiçe û were belavkirin.

Heftenameya Xwebûn bi dirûşma “Xwebûnê bixwînin û bidin xwendin” derket pêş xwendevanan ku hejmarek nivîskarên Kurd ji her beşên Kurdistanê tê de dinivîsin.

Parve bike: