Çand_û_Hûner
Şaredariya Diyarbekirê statuya hunermendiyê da 24 dengbêjan
PeyamaKurd - Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo parastin û pêşxistina çanda dengbêjiyê biryareke girîng da û bi 24 dengbêjan re peyman îmze kir.
Di civîna ku li Mala Dengbêjan a li navçeya Sûrê pêk hat de, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, rêveberên şaredariyê û gelek dengbêj amade bûn.
Bi vê biryarê re dengbêjên ku berê bi awayekî dilxwazî dixebitîn, êdî dê di bin statuya "hunermendiyê" de xebatên xwe bidomînin.
Di civînê de girîngiya parastina vê mîrateya çandî hate bibîrxistin û hate diyarkirin ku ji bo pêşerojê pêdivî bi zêdekirina hejmara dengbêjên ciwan heye.