TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Silêmanî: Perdeya ser peykerên Nalî û Şêrko Bêkes tê rakirin

Admin H
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2026 13:38

PeyamaKurd - Peykersazê Kurd Çêner Nizar, peykerên du stûnên herî mezin ên wêjeya Kurdî, Nalî û Şêrko Bêkes, ji kevirê mermer amade kir. Nizar da zanîn ku ev proje ne tenê karekî hunerî ye, lê belê bizavek e ji bo zindîkirina dîrok, wêje û nasnameya Kurdî.

Hunermendê Kurd, ji bo nexşandina her peykerekî nêzîkî 4 mehan bi berdewamî kar kiriye û dibêje, bikaranîna mermer di peykersaziyê de yek ji karên herî zehmet e, ji ber ku her şaşiyeke biçûk dikare kevir bi temamî ji nav bibe.

Nizar, qebareya peykerê Nalî wekî 285 santîmetre û yê Şêrko Bêkes jî wekî 270 santîmetre diyar kiriye daku ruh û kesayetiya her du helbestvanan di nav kevir de bên xuyakirin.

Merasîma perdekirinê û kurtejiyana hunermend

Nizar bal kişand ser girîngiya her du navên mezin û got ku Nalî damezrînerê helbesta klasîk e û Şêrko Bêkes jî wekî nûjenkarê helbesta hevçerx a Kurdî tê naskirin, ji ber wê yekê armanca wî ew e ku nifşê nû hîn zêdetir bi van kesayetiyan bide naskirin.

Merasîma fermî ya perde rakirina her du peykeran, biryar e roja Çarşemê, 8ê Tîrmeha 2026an, li bajarê Silêmaniyê û li kolana Kornîşê di Galeriya Pîcasso de were lidarxistin.

Hunermend Çêner Nizar ku di sala 1986an de li Silêmaniyê ji dayik bûye û beşa Peykersaziyê ya Peymangeha Hunerên Ciwan qedandiye, heta niha beşdarî 60 pêşangehên hevbeş ên li navxweyî û 4 pêşangehên li derveyî welat bûye.

Parve bike: