Sûlav (Selale) a Bêgiriyê an ku Mûradiyê
PeyamaKurd- Li bajarê Wanê li navçeya Bêgiriyê an ku Mûradiyê, dema bi qederê 4 km ber bi navçeya Çildêran (Çaldiran) de diçî, li destê çepê sûlav a an ku şelala Mûradiyê heye ku di zivistanê de bo geştiyaran ti vateya wê tine ye. Lê dema dibe havîn, bi sedema germa dinyayê pêdiviya her geştiyarî bi hînkayiya wê heye. Pileya germe li wê derê gelek kêm e. Geştiyar dikarin xwe li şelale hînik bikin, li wê derê xwarin û vexwarina xwe bikin û hem dîmenên xweş temaşe bikin. Yên bixwazin wêneyên xwe bo bîranînên xwe dikarin bikşînin. Di havînan de şelale gelek qelebalixe.
Ava şelalê ji aliyê rêzeçiyayê Tendrûrekê tê û piştî dibe sûlav, diçe nav Behra Wanê. Li dora sûlavê xwaringeh, cafeterya û baxçeyên çayê hatine avakirin û herkesê bixwaze dikare pêdiviya xwe ji wan bidest bixe.
Şelale an ku sûlav hêjayê dîtinê ye û ji her derê Kurdistanê, ji Tirkiyê û gelek dewletên dinyayê xelk tê dîtina vê şelalê. Bi taybetî pira ser şelalê ya ji xalat û textan hatiye çêkirin, yek ji balkêştirîn derekî deverê ye ku geştiyar dikarin ji aliyekî avê bo aliyê dinê di ser de herin û werin.