Şûnwarên dîrokî yên Kerkûkê têne tunekirin
PeyamaKurd - Şûnwarên keleporî û dîrokî yên bajarê Kerkûkê ji ber çêkirina projeyên bazarganî û veberhênanê rûbirûyî metirsiya nemanê bûye.
Hevdem zêdetir ji 100 esnaf û dikandarên li taxa Şorceyê, bêyî ku ti şûngirek ji wan re bê dabînkirin, di bin metirsiya derkirin û bêkarbûnê de ne.
Ew zeviyên ku kasibkarên taxa Şorceyê li ser kar dikin, biryar e bo projeyên nû yên veberhênanê bên guhertin. Ev yek bûye sedema fikaran di nav kasibkarên deverê de ku ditirsin çavkaniya jiyana xwe ji dest bidin.
Hosta Mihemed Celîl, ku li wê deverê dikandar e di vî warî de bal kişand ser vê pirsê û got: "Destûra van projeyan ji Bexdayê hatiye anîn û veberhênerê projeyê ne xelkê Kerkûkê ye. Ev jî dibe sedema bêkarkirina kasibkarên resen ên vî bajarî ji derfetên kar."
Dikandarekî din Serkeft Xalid jî got ku bêyî dabînkirina ti cihên alternatîf, biryara derkirina wan ji bo wan hatiye şandin û tekez kir ku ev biryar dê zirareke mezin bigihîne aboriya malbatên wan û dê jîn û jiyara wan a rojane bixe metirsiyê.
Metirsiya têkdana nasnameya Kerkûkê ne tenê li taxa Şorceyê lê belê tevahiya navenda bajar û dordora Keleha Kevn a Kerkûkê jî li xwe digire. Ew cihên ku pêdivî bû wek mîrateya çandî û şûnwarî hatiban parastin, niha yek li pey yekê dibin cihên bazarganî û avahiyên xwecihbûnê.
Şûnwarnas Star Cebarî jî li ser vê rewşê hişyarî da û ragihand: "Kerkûk xwedî zêdetir ji hezar şûnwarên dîrokî û kevnar e, lê eger rewş bi vî awayî berdewam bike, di paşerojê de ti şûnwarekî dîrokî ji bo vî bajarî namîne." Cebarî got ku dîroka vî bajarî bi destê hinek kesan tê têkdan û tunekirin.