TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Wesanxaneya Avestayê ji çar parçeyan çar pirtûkên nû wesand

Admin L
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2020 12:42

Weşanxaneya Avestayê ji çar parçeyên Kurdistanê 4 pirtûkên helbestan weşand.

Ji weşanxaneya Avasteyê 4 pirtûkên nû ji her çar parçeyên Kurdistanê derket. Pirtûka helbestvana ji Rojhilatê Kurdistanê Fatîme Ferhadî “Kirasê Min Bibore”, pirtûka Nûroj Mûnzûr “Beytîkên Nifiran”, pirtûka helbestvane Kerkukî Hêro Kurde “Dinivîsim Yûsif” û pirtûka helbestvana ji Rojavayê Kurdistanê Gewher “Yazdehok” wek Koleksîyona Şahmeran ji weşanxaneya Avestayê derket.

Koleksîyona Şahmeran, koleksîyoneke taybet e di nav weşanên Avestayê de ku tenê pirtûkên jinên Kurd çap dike. Ji 2005an vir de ji Koleksîyona Şahmeranê 40 pirtûkên jinên Kurd hatine weşandin.

Parve bike: