TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Wî ji kar dûrxistin, wefat kir û wî îadeyê ser kar kirin

Admin M
Nivîskar
📅 17 rêbendan 2021 04:34

PeyamaKurd – Mamoste yê bi navê Mehmet Nasır Sönmez di çarçoveya KHK ê de ji kar dûr xistin lê zêde neçû û mamoste 2 meh berê wefat kir. Niha komisyona KHK ê ya Tirkiyê biryarê da ku mamoste Mehmet Nasır Sönmez ê koç kiriye vegere ser karê xwe yê mamostetiyê.

Sönmez li bajarê Tekirdağê li navçeya Çorluyê cîgirê mudire dibistanekî bû û hem mamostê ziman û wêjeya Tirkî bû ku ji wezîfa xwe hatibû îxrackirin.

Mamoste Sönmez wexta li balkona mala xwe ya qata 5 an kar dikir, ji balkonê ketibû û jiyana xwe di 7 ê meha 11an ya sal borî de ji dest dabû.

Parve bike: