Xwendekarên Zanîngeha Kobanê awayê entegrebûnê red kir
PeyamaKurd - Li dijî biryara Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê ku gelek fakulte ji Zanîngeha Kobanê hatine kêmkirin, xwendekaran daxuyanî da. Xwendekarên Zanîngeha Kobanê biryara Wezareta Xwendina Bilind red kir û da zanîn ku divê entegrebûn ne li ser hesabê mafên xwendekaran be.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em wek xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê, bi fikar li biryar û gavên dawîn ên girêdayî pêşeroja zanîngehê dinihêrin, nemaze yên têkildarî entegrekirina zanîngehê bi Zanîngeha Helebê re, her wiha rakirina hejmarek beş û pisporiyan ji hevyazbariyq zanîngehê. Ev yek derbarê mafên xwendekaran û pêșeroja a akademîk de fikarên cidî çêdike û derfetên wan ên hilbijartina pisporiya xwe û domandina xwendina xwe ya zanistî sînordar dike.
Em piştrast dikin ku mafê xwendekaran ji bo xwendinê û hilbijartina pisporiya xwe mafekî bingehîn e. Rakirina hin beşan ji hevyazbariyê bê zelalkirina sedemên wê, derfetên xwendinê sînordar dike û li dijî bingeha wekhevî û dadmendiya perwerdehiyê radiweste.
Xwendekarên Kobaniyê tevî hemû zehmetî û astengiyên ku herêm derbas bûye, li ser mafê xwe yê xwendinê sekinîne û zanîngeh kirine qada zanist, zanîn û avakirina pêşerojê. Bi ti awatî nayê qebûlkirin ku îro biryarên ku derfetên wan ên xwendinê teng dikin û mafên akademîk binpê dikin, bêyî ku di nîqaşên cidî re li were derbaskirin, bêne girtin.
Em tekez dikin ku tu guhertinên îdarî yan entegrekirina zanîngehê divê ne li ser hesabê xwendekaran were kirin, planên me yên xwendinê neguhere, dersên zêde li wan neyên ferzkirin û mafên me bidestxistî neyên kêmkirin. Her guhertinek divê li ser bingeha pîvanên zelal be, ku aramiya akademîk û mafên hemû xwendekaran biparêze.
Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku;
1. Beş û pisporiyên ji hevyazbariya zanîngehê hatine rakirin, careke din bên zêdekirin û mafê xwendekaran ê serlêdanê ji bo wan bê parastin, da ku dadmendî û wekheviya derfetên di xwendina bilind de bê misoger kirin.
2. Divê ku planên niha yên xwendinê yên xwendekarên qeydkirî heta ku xwendina xwe biqedînin were parastin, bêyî ku ji ber entegrekirina zanîngehan an guhertinên îdarî dersên zêde li wan neyê ferzkirin.
3. Divê ku dersên ku xwendekaran qedandine, pilenameyên wan, salên xwendinê û hemû mafên wan ên akademîk werin parastin.
4. Divê ku Xwendekar ji biryarên derbarê pêşeroja zanîngehê neyê dûrxistin; biryarên hatine girtin zelal bikin û garantiyên parastina mafên xwendekaran bi awayekî nivîskî û eşkereyî misoger bikin.
5. Divê ku nûnerên xwendekaran tevlî komîte û civînên derbarê entegrekirina zanîngehê bibin û beșdarî di nîqaşa her biryarekê de ku bandorê li pêșeroja wê dike, bibin.
6. Divê ku sedemên rakirina beşan ji hevyazbariya zanîngehê û pîvanên hatine esasgirtin were eşkerekirin, û derfetê bidin xwendekaran û raya giştî ku van agahiyan bibînin û li ser wan nîqaş bikin.
7. Pêdiviyên bajarê Kobaniyê û herêmê li ber çavan bigirin û ji bo mayîna Zanîngeha Kobaniyê wekî zanîngeheke serbixwe di pergala xwendina bilind de bixebitin, da ku rola wê ya perwerdehî û zanistî berdewam bike û bersiva pêdivî û hêviyên ciwanên civakê bide.
8. Zehmetiyên aborî û jiyanî yên xwendekarên Kobanê û herêmê li ber çavan bigirin, ji ber ku gelek xwendekar nikarin mesrefên xwendinê, çûn û hatinê û mayîna li bajarên din bidin. Ji ber vê yekê, domandina Zanîngeha Kobaniyê û parastina serxwebûna wê ji bo misoger kirina mafê xwendinê, wekheviya derfetan û neastengkirina xwendekaran ji ber rewşa wan a aborî, pêdiviyeke bingehîn e.
9. Divê domandina xwendina hemû xwendekarên ku niha li Zanîngeha Kobaniyê dixwînin heta ku der diçin, were misogerkirin bêyî ku neçarî xwendina li zanîngehên dîtir bibin ku șert û mercên aborî li pêșiya xwendekaran dibin asteng.
Em bang li saziyên peywendîdar dikin ku bi nûnerên xwendekaran re diyalogeke cidî û berpirsiyar bidin destpêkirin, biryar û tedbîrên ku bandorê li pêşeroja wan dikin ji nû ve binirxînin û çareseriyên dadmend û zelal bibînin, ku mafên xwendekaran biparêzin û bersiva daxwazên wan bidin.
Em tekez dikin ku em ê bi rêbazên qanûnî û rewa, bi xwepêşandanên aştiyane, ji mafê xwe yê parastina daxwazên xwe dev jê bernedin, heta ku daxwazên xwendekaran bên bicihanîn û pêşeroja wan a akademîk bê parastin.
Mafên xwendekaran ne mijara dan û standinê ne û dadmendiya di perwerdehiyê de ne daxwazeke duyemîn e, lê berpirsiyariyeke bingehîn e ku dikeve ser milê saziyên peywendîdar. Divê pêşeroja Zanîngeha Kobaniyê û xwendekarên wê li ser bingeha dadmendî, zelaliyê û rêzgirtina mafan bê avakirin, ne li ser sînordarkirina derfetan û paşguhkirina daxwazan.”