TR KU SO
FB X
Cîhan

1,9 mîlyon kesî ji hemwelatîbûnê derxistiye

Admin M
Nivîskar
📅 31 tebax 2019 23:04

PeyamaKurd- Li eyaleta Hindistanê li Assamê lîsteyeka bi şiklê dawî hat belavkirin ku tê de 1.9 mîlyon kes ji hemwelatiya Hindistanê derxistine. Qeyda hemwelatiyan ya Netewî ya Hindistanê belgenameyeka wisaye ku bi yek roj berya ku Bangladeş û Pakistan ji hev veqetiyane. Belge wan hemwelatiyên ku hatine Hindistanê îsbat dike. Roj jî berya 24 ê adara a 1971an e.

Li gor ragihandina BBC yê ew kesên ku navên wan di vê lîsteyê de tine ne divê di nav 120 rojan de îttîrazê bikin. Hindistan dibêje ev bo tesbîtkirina koçberên Bangladeşê yên ku ne qanûnîne pêwiste.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ku serokê Partiya Gel ya Hindistanê ye, tevî partiya xwe li dijî koçberan yên nenîzamî kampanya dimeşand. Di van salên dawiyê de Qeydiya Netewî ya Hemwelatîbûnê belgeya ewiliye ku hukumet baweriya xwe pê tîne.

Parve bike: