10 sal ceza dan serokwezîrê berê
PeyamaKurd- Li welatê Pakistanê, dadgeha Îslamabadê, di doza “Avenfield” ê de, bo serokwezîrê Pakistanê yê berê Nawaz Şerîf, 10 sal cezayê zîndanê da û 8 mîlyon sterlin jî pere dê bide dewletê.
Nawaz Şerîf û keça wî Meryem, berya Remezanê çûbû Londrayê da hevjîna xwe bibîne. Hevjîna wî bi sedema nexweşe û tedawî bibîne li Londrayê bû. Şerîf bi rêya parêzerê xwe ji dadgehê re gotibû ku dê hefteya bê dagere Pakistanê û xwestibû ku biryardayîna dadgehê bimîne vê hefteyê.
Dadgeh di nava rojê de 3 cara biryarê da paş lê dema siet di 16.00ê piştî nîvro de nehat dadgehê, dadgeh biryarê da: Nawaz Şerîf 10 sal zîndan û 8 mîlyon sterlin pere dê bide. Keça wî 7 sal zîndan û 2 mîlyon sterlîn pere. Muhammed Safdarê zavayê Şerîf jî 1 sal cezayê zîndanê danê. Safdar dibe ku di nava hefteyê de bikeve zîndanê da cezayê xwe safî bike.
Doza “Avenfield” ê, di sala 2017an de derketibû ortê ku bingeha wê diçe ser “Belgeyên Panamayê”. Gendeliya ku bi “Belgeyên Panamayê” derketibû holê, li gor belgeyan Nawaz Şerîf, her sê kurên wî, zavayê wî û wezîrê darayî Îşhaq Dar li Londrayê di apartmana “Avenfield”ê de, ji xwe re daîre kirîne.
Şerîf qebûl kiribû ku kurên wî ji xwe re daîre kirîne lê ew bi xwe nekiriye. 3 dozên Şerîf hene ku yek ji wan niha encam da û 2 yê dinê wê her dewam bikin.