TR KU SO
FB X
Cîhan

11 cotyar di êrîsên Boko Haramê de hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 07 mijdar 2023 02:26

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê li eyaleta Bornoyê di êrîşa rêxistina Boko Haramê de 11 cotyar hatin kuştin û gelek cotyar jî hatin revandin.

Li gor ragihandina nûçeyên welatê Nîjeryayê, li eyaleta Bornoyê li devera Zabarmarî bûyer çêbûye.

Rêxistina Boko Haramê ji sala 12015an heya niha li welatên weka Kamerûnê, Çadê û Nîjeryayê bûyerên weha dike.

Heya niha bi deh hezaran kes bi heman şêweyê hatine kuştin.

Parve bike: