Cîhan
11 hezar û 500 kes terka bajêr kirin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Sûriyê 11 hezar û 500 kesên ku piraniya wan mirovên DEAŞ ê ne, terka bajarê Hecînê kirin û jê derketin. Li gor temsîlkarê Mala Çavdêriyê ya Sûriyê ku navenda wê Brîtanyaye, Ramî Ebdulrehman; piştî ku YPG Hecînê xistiye destê xwe, ew çend kes bajêr terk kirine. Temsîlkar got:
“ Di her dû hefteyên dawiyê de reva herî mezin ya vê carê ye. Çekdarên DEAŞ ê xwestin ku bikevin nava sîvîlan da bi wan re herin lê HSD heya niha 700 kes ji wana xistiye bin çav.”