120 welat seredana Fûara Çînê kirin
PeyamaKurd- Fûara Çînê li bajarê Şanghayê dê bê danîn û wê di navbera 5-10 ê meha 11an de be. 5 roj dewam dike. Ev cûre fûar di dîroka Çînê de cara yekeme ku wê çêbibe. Wê ev fûar bibe sedem ku berhemên welatên pêşkeftî û yên welatên nîv-pêşkeftî karibin xwe di bazara Çînê de bidin nasîn.
Fûar li ser 240 hezar m2 ye û di fûarê de wê semîner, forûm û bo danasîna hilberînên nû bername bên amadekirin. Wê welatên ji hev cuda karibin di fûarê de ji bazara Çînê jî fêde bibînin.
Di fûarê de cîhazên elektronîk yên serfê, alavên elektronîk yên malê, eşyayên metbexan, mehsûlên zîraî û xidayan, leystok, dermanên bo sipehîkirina çermî, berhemên taybetî bo xwedîkirinê, cil û berg, aksesûar, tiştên rojane tên bikaranîn, berhemên tenduristiyê, teknolojiya nû û cîhazên biaqil wê di fûarê de hebin.
Di fûarê de wê sektora xizmetê jî hebe. Tûrîzm, çand, perwerde, teknolojiya bi pêşde diçe, bikaranîna çavkaniyên biyanî dê karibin bidin nasîn. Bo fûarê ji 120 welatan seredan hatin kirin. Çîn dixwaze bazirganiya rêya hevrîşimê vejîne, bazirganiya herêmê bipêş bixe.120 welat tevli fûarê dibin lê wê çend şîrket tevli fûarê bibin, dê paşî bê aşkerakirin.