Cîhan
14 termên din derketin, hejmara miriyan bû 23
Peyamakurd - Di şewata daristanê ya bakurê Kalîforniya ya Amerîkayê de ku hîn nehatiye vemirandin hejmara miriya zêde dibe
Şerîfê Herêma Butte Kory Honea ragihand, piştî dîtina 14 termên din, hejmara miriyên şewatê bûye 23 kes. Heta niha ji ber agirê daristanê 300 hezar kes ji malên xwe hatine tehliyekirin û ziyan gihîştiye 7 hezar xaniyan.
Şewata daristanên bakurê eyaleta Kalîforniyayê û devera San Franciscoyê roja Pêncşema borî dest pê kiribû û wekî şewata sêyemîn a herî mezin di dîrokê de tê naskirin.