152 mîlyon zarok kar dikin
PeyamaKurd- Di dinyayê de 152 mîlyon zarok di şûna ku herin dibistanê bixwînin, mecbûr dimînin kar bikin. Ji van zarokan 73 mîlyon ji wan dikarên ku bandorên neyînî li ser beden û zêhna wan dike de dixebitin.
Neteweyên Hevgirtî bo balê bikşînin ser keda zarokên xebatkar, roja 12 hezîranê weka “roja têkoşîna bi keda zarokan re” beyan kiribû lê şert û mercên xebata wan û jimara wan bi endîşe ye.
Li gor rêjeya rapora sala 2017an ya meha 11an ku rapora NH Fona Alîkariya Zarokan (UNİCEF) ê ye, li welatên ku herî kêm pêşketine, ji her 4 zarokan yek ji wan, di karê ku bandora tenduristiyê ya neyînî li wan dike û zerarê dide bedena zarokan de dixebitin.
Rêxistina Navdewletî ya Xebatê (ILO), xebatkariya zarokan weha dinasîne:
“Xebata zarokan di karên zerarê didin bedena zarokan de dixebitînin; wan ji jiyana wan ya zarotiyê dûrdike, rêzdariya wan û potansiyela wan kêm dike, zerarê dide bedena wan û zêhna wan.
Li gor rapora ILO yê ya sala 2017an, jimara zarokên karker li dora 152 mîlyonî ne û salên wan di navbera 5-17 da ne. Ji zarokên dinyayê ji her 10 zarokan yek ji wan karkere û ji jimara wan 64 mîlyon jê keçin û 88 mîlyonên wan kur in.
% 70.9 ê wan di zîraetê de, %17.2 di sektora xizmetê de û %11.9 di sektora sanayiyê de dixebitin. Zarokên xebatkar bêhtir ji Afrîka ne.