Cîhan
16 kesên ji Iraq û Sûriyê bi tohmeta DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Di encama operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de, 16 kesên Iraqî û Sûrî bi tometa têkiliya wan bi DAIŞê û çalakiyên terorî re heye, hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku 16 kesên îro Înê hatine desteserkirin, ji Sûriye û Iraqê ne û li bajarê Samsun ê Tirkiyê hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku ji wan 16 kesan, 15 kes xwedî nasnameyên Iraqî ne û kesekî din jî ji Sûriyê ye.
Kesên hatine binçavkirin, ji bo lêpirsînê bo navenda Asayîşa bajarê Samsûnê hatine veguhestin.