Cîhan
2 fermandarên Misirê ji vîrusa korona mirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku general Şefîa Ebulhelîm Daûd ku li Misrê beşdarî xebata têkoşîna li dijî nexweşiya Covid-19 bûbû û bi vîrusê ketibû îro 23yê Adarê can da.
Doh jî general Xalid Şeltot ji ber nexweşîna vîrusa koronaya nû Covid-19 miribû.
Mirina fermandarên leşkerî metirsiyê dixe nava artêşa Misrê, lê artêşê da zanîn ku her du leşker dema li welat beşdarî kar û xebata têkoşîna li dijî koronavîrusê bûne, bi vîrusê ketine û jiyana xwe ji dest dane.