Cîhan
2 grûbên Suriyeyî li hev xistin: 2 kustî
PeyamaKurd – Li bajarê Kayseriyê di navbera 2 grûbên Sûriyeyî de pevçûn derket û di encamê de 2 kes can dan. Bûyer li dora 21.00an de li navça Kocasinanê li taxa Cevher Nesibe di apartmanekî de di qata 5an de çêbû
Sedema bûyerê nayê zanîn. Di bûyerê de kesên bi navên M.A. û A.A. ku her dû jî Sûriyê ne, ji terefê kesên navên wan nayê zanîn de bi demançê hatin kuştin.
Li ser bûyerê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Cenazê her dû kesên ku di malê de hatin kuştin birin nexweşxana dewletê ya bajarê Kayseriyê da otopsiya wan bikin.
Polîs ketiye pey kujeran da wan bigre û bûyerê rohnî bike.