TR KU SO
FB X
Cîhan

2 leskerên ku îro birîndar bûbûn can dan

Admin H
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2019 21:08

PeyamaKurd – Ji 7 leşkerên birîndar ku dema diçûn operasyonê li çiyayê Amanosan ên dorûbera bajarê Hatayê wesayîta wan wergeriyabû, 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Piştî qezaya ku îro rû dabû 7 leşkerên diçûn operasyonê birîndar bûbûn û ew rakiribûn nexweşxaneyên Îskenderûnê.

Parêzgariya Hatayê derbarê leşkerên birîndar de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 7 leşkerên di qezaya li demjimêr 11:00  li taxa Çirçikaya ya navçeya Belenê rû daye, 2 leşkerên çawîşên pispor ên birînên wan xedar bûn tevî hemû mudaxeleyan jî can dane.

Parêzgariyê herwiha da zanîn ku qeza dema operasyonê rû daye û dermankirina 5 leşkerên din jî berdewam dike.

Parve bike: