TR KU SO
FB X
Cîhan

22 dewlet soza destekê dan ku Hurmiz vekirî bimîne

Admin M
Nivîskar
📅 21 adar 2026 22:45

PeyamaKurd – 22 dewlet soz dan ji bo Buhira Hurmizê vekirî bimîne dê destekê bidin. Her 22 dewlet daxwuyaniyekî hevpar belav kirin û tê de desteka xwe ragihandin.

Welatên ku bandorê ji girtina Hurmizê digrin û hinek welatên Ewrûpayê dê destekê bidin. Dewletên ku destekê didin ev in:

Îngîltere, Îmarat, Fransa, Almanya, Îtalya, Hollanda, Japonya, Kanada, Kore (başûr), Zelanda Nû, Danimarka, Letonya, Slovenya, Estonya, Norveç, Îsveç, Finlandiya, Çekya, Romanya, Bahreyn, Litvanya û Avustralya ne.

Di daxwuyaniyê de lîderên wan serpereştiya daxwuyaniyê kirin. Lîder gotin:

“Em êrîşên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî yên bêçek û sehayên petrol û gazê di nav de, êrîşên ser avahiyên bingehîn û astengiya ku Îran di Hurmizê de kiriye şermezar dikin.

Em ji şerê dewam dike endîşe dikin. Em bang dikin ku Îran dest ji tehdîdan berde, mayîna daneyne deverê, bi İHA û fuzeyan êrîş neke û yekser dest ji wan kiryarên xwe yên li ser Hurmizê berde.”

Di daxwuyaniyê da hat gotin ku mudaxeleya Îranê ya di gihandina enerjiyê ya di rêya deryayê de, di amadekirina zincîra enerjiya kureyî de astengiyan dike, aştiyê û ewlehiyê tehdîd dike. Bandora kiryarên Îranê, di serî de wê li însanên bê bergirî û temamê mirovên dinyayê bike.

Di daxwuyaniyê de destekê dan ku petrol bi koordine bikeve bazara dinyayê, wê destekê bidin hilberîna zêde ya welatên ku petrolê hildiberînin. Wê di rêya NY de ji bo dezgeyên fînansê alîkariya welatên ku bandorê dibînin, bikin.

Parve bike: