Cîhan
22 koçber nêzî Girava Gîrîtê ji serma û birsê mirin
PeyamaKurd – Li Derya Ege yê, nêzî Girava Giritê nêzî lîmana Yerapetrayê, bota ku koçberan hildigirt, ji aliyê tîmên ewlehiya peravên Yûnanistanê de hat dîtin lê rûdana ku dîtin gelek li dijî mirovahiyê bû.
Tîmên ewlehiya peravên Yûnanistanê 26 kesan ji botê bi saxî rizgar kirin lê 22 koçber ji ber birçîbûnê û sermayê jiyana xwe ji dest dabûn.
Li gor koçberên hatine rizgarkirin, koçberên ku mirine, bi fermana kesên ew karên qaçax dikirin, avêtine deryayê.
Li gor ragihandina televizyona dewletê ya Yûnanistanê ya ERTê; koçberên mirine Sûdanî û Bangladeşî ne.