Cîhan
23 parêzer hatin darizandin
PeyamaKurd – Serokê giştî yê Rêxistina hûqûqzanên hemdem parêzer Selçuk Kozağaçlı jî di nav wan de bi sedema ku endamê rêxistina THKP-C yê ne û wê birêve dibin, darizandina 23 parêzeran îro li Îstenbolê dewam kir.
Celsa darizandinê li dadgeha cezayê giran ya Îstenbolê ya 18 em hat kirin. 10 gumanbarên ku niha serbestin bi parêzerên xwe ve tevlî celseyê bûn û ji zîndanê jî 4 kes tevlî celseye bûn.
Di salonê de parlementerên HDP ê, CHP ê û parêzerên ji Îspanya, îtalya, Îsveç û Fransayê weka şopîner tevlî celseyê bûn.
Ji kesên di zîndanê de kes nehat berdan û bo parêzerên girtiyan bo parêznama xwe bikin, celseya bê xistin 15 ê êlûnê.