Cîhan
347 Afxan ji ber Talîbanê reviyan Tacikistanê
PeyamaKurd – Di nav 2 rojên dawiyê de 347 hemwelatiyên afxanistanê ji ber Talîbanê reviyan Tacikistanê. Çapemeniya Parastvanên Sînor yên bi ser Komîta Ewlehiyê ya Netewî ya Tacikistanê ragihand ku ji gundê Andemîn a bi ser parêzgeha Bedaxşanê, 77 jin û 177 zarok di nava wan de, bi temamî 347 hemwelatiyên Afxanê ku eslê wan Kirgizin, derbasî Tacikistanê navçeya Mûrxabê ku bi ser eyaleta otonom ya Bedexşanê ve ye, bûne.
Di wexta derbas bûne 2 zarokên bebek mirine. Tacikistan bo derbasbûna wan îznê daye û wan li gundên Mûrxabê bicîhkirine. Di wexta derbasbûna wan de, li hinekan 3.5 kîlo eroyîn dîtine û dest danîne serê.
Berê jî 1.500 leşkerên Afxanistanê ji ber Talîbanê reviyabûn Tacikistanê.