Cîhan
4 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan hatin rûxandin
PeyamaKurd - Hêzên Hevpeymaniya Erebî ya Siûdî pêşengiya wê dike, li dijî Hûsiyên Yemenê yên Îranê êrîşên xwe zêde kirin.
Hat ragihandin ku balafirên hevpeymaniyê 4 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan li baregeha Dêlmî rûxandin.
Herwiha balafirên hevpeymaniya Erebî li Yemenê gelek cih û baregehên komên Hûsiyan ên li paytexta Senaayê kirin armanc.
Di van êrîşan de çiyayê El-Semî yê parêzgeha Erheb li bakurê paytextê, baregeha Dêlmî ya leşkerî ya li kêleka balafirgeha Senaa ya navneteweyî û baregeha herêma Hezîz li başûrê paytextê hatin armanckirin.
Di encama êrîşan de 4 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan li baregeha Dêlmî ya asîmanî hatin rûxandin.